# taz.de -- Quncik – Tûpa Oksîjenê: Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be!
       
       > Rojnameger Nedîm Turfent ku çar sal e di girtîgehê de ye bi boneya Cejna
       > Zimanê Kurdî nivîsî û em vê nivîsê bi kurdî diweşînin.
       
 (IMG) Bild: Rojnameger Nedîm Turfent ev çar sal in di girtîgehê de ye.
       
       Dizanim hûn bêzar bûne ji nivîsen li ser vîrûsê. We neheq jî nabînim. Lewma
       ez ê jî behsa metirsiya Covid-19ê ya li girtîgehê nekim di van rojên min ên
       heps û tecrîtê de. Jixwe van rojan nivîsandin piçekî li min giran jî tê. Ji
       ber vê yekê, bi boneya Cejna Zimanê Kurdî ya 15ê Gulanê dixwazim di vê
       nivîsa xwe de li ser mijara ziman rawestim. Analîzeke zimannasî ji min hêvî
       nekin. Heta devê min geriya ez ê binivîsim. Bi ser de jî ez vê nameyê bi
       zimanekî biyanî, bi tirkî dinivîsim.
       
       Li Tirkiyê rê li ber perwerdeya kurdî hatiye girtin li gel ku ew zimanê
       dayikê yê bi milyonên kurdên li wî welatî ye. Ji aliyekî ve perwerdeya bi
       kurdî hatiye qedexekirin, ji aliyê din ve pêwendiyên Tirkiyê li gel zimanê
       kurdî têra xwe durûtî, tewşîtî û nakokiyan dihewîne. Kanaleke televizyonê
       ya dewletê heye ku bi awayek fermî weşanên kurdî lê berdewam e, lê belê
       “Welat“ yanî rojnameya tekane ku rojane weşanên kurdî dikir hatiye girtin.
       Tirimpêlên polîsan li bajarên kurdan anonsa “li malê bimînin“ bi kurdî
       dikin lê belê şaredariyên di destê qeyûman de tabelayên bikurdî tînin
       xwarê. Nexwe zimanê kurdî ji bo dewleta tirk azad e lê belê ji bo kurdan
       qedexe ye. Ravekirina vê durûtiyê ne hêsan e. Zar û zimanê kurdî hebûya wê
       bixwe bigota bê ka çi anîne serê wî.
       
       Nimûneyek jî ew e ku xizmeta wergerê ya li Balafirgeha Stenbolê bi 36 ziman
       û bi 80 zaravayan tê pêşkêşkirin lê belê kurdî ne di nav wan de ye. Dîsan,
       kurdî ne yek ji wan 8 zimanan e ku Wezareta Tenduristiyê pê xizmetên xwe
       pêşkêş dike. Zimanê kurdî di parêznameyên li dadgehan de û di axaftinên li
       parlementoyê de hîn wekî “zimanekî nenas“ tê qeydkirin li girtenameyan. Ma
       gelo ev dijminatiya li hember ziman jixwe zirarê nagihîne “yekîtî û
       tevahiya welat“?
       
       Mafê zimanê dayikê wekî mafekî hatiye ferz kirin li gorî Peymannameya Mafên
       Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî. Herwiha UNESCO ji sala 1953an vir ve pêşniyar
       dike zarok hîndekariya destpêkê bi zimanê xwe yî zikmakî bibînin. Lê îro di
       sala 2020an de hîn li Tirkiyê ne karûbarên gişkî ne perwerde bi zimanê
       dayikê nîne. Ji ber vê yekê, salên pêşî yên perwerdeyê ji bo şagirdên kurd
       li şûna fêrbûna mijaran bi fêrbûna zimanekî biyanî derbas dibe. Hema bêje
       rewşa “linguicide“ yanî kuştina zimanê ye. Heger xwedî lê neyê derketin û
       rê li ber neyê vekirin bo geşepêdana wî ya di nav jiyanê de tu pêşeroj
       namîne ji bo zimanekî ji bilî mirina wî.
       
       Di warê parastina kurdî de berpirsyariya sereke dikeve ser milê me kurdan
       bixwe. Divê em hemû pêwendî û danûstandinên xwe bi zimanê xwe bikin. Wekî
       malbatên kurd, divê em zarokên xwe fêrî kurdî bikin û ragihandina hemû
       jiyanê li mal û li derve, li kolan û kuçeyan, li sûk û bazaran li ser kurdî
       ava bikin. Divê em dest bidin hev di têkoşîna xwe ya ji bo perwerde û
       xizmeta giştî. Bi vê boneyê Cejna Zimanê Kurdî ya 15ê Gulanê li we pîroz
       dikim. Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be!
       
       Wergera ji tirkî: Ayet Aram
       
       15 May 2020
       
       ## AUTOREN
       
 (DIR) Nedim Türfent
       
       ## TAGS
       
 (DIR) taz.gazete
 (DIR) Özgürlükler
 (DIR) taz.gazete
       
       ## ARTIKEL ZUM THEMA